Li Duzceyê ceseda zarokeke din jî a ku ji ber lehîyê winda bûbû hat dîtin
Ceseda zaroka ku li Esmahanima gundê Akçakocaya Duzceyê ji ber lehîyê winda bûbû hat dîtin.
Hat ragihandin ceseda zaroka bi navê Îlayda Senem Kaplana 7 salî ya ku li Esmahanima gundê Akçakocaya Duzceyê ji ber lehîyê winda bûbû hat dîtin.
Berî vê çendakî li Duzceyê ji ber barana zêde lehî rabûbû û gelek mal xera bûbûn û 7 kes jî li ber lehîyê ew çûbûn û winda bûbûn ku di encama xebatên ku heta niha hatin kirin de ceseda 6 kesan hat dîtin.
Li herêmê xebatên lêgerînê berdewam dikin.(ÎLKHA)