Siyonîstên terorîst li Xazzê di 11 salan de 46 hezar mal xera kirin
Li gorî daneyên ku ji teref sazîyên mafên mirovan ên Filistînê ve hatine belavkirin, siyonîstên terorîst li Xazzê di 11 salan de 46 hezar mal xera kirin.
Ji teref Navenda Mafên Mirovan a Mîzanê ve derbarê malên ku ji teref siyonîstên terorîst ve hatine xerakirin de raportek hat weşandin.
Li gorî daneyên raporta ku hat amadekirin siyonîstên terorîst li Xazzê di 11 salan de 46 hezar mal xera kirin.
Di berdewama raportê de hat diyarkirin ji ber dorpêça ku ev bû 13 sal berdewam dike problema avahîyan her ku diçe zêdetir dibe.(ÎLKHA)