555 milyar lîre hat îsrafkirin
Hat ragihandin îsrafa di enerjî, fêkş, nan û avê de gihaşt 555 milyar lîreyan.
Ji teref Weqfa Astengkirina Îsrafê ya Tirkîyê ve derbarê îsrafa ku salane tê kirin de raportek hat amadekirin. Di raportê de hat diyarkirin di salekê de ji sedî 15ê dahata neteweyî îsraf tê kirin û rojane 6 milyon nan tê avêtin çopê.
Di berdewama raportê de hat diyarkirin di warê xurekê de li Tirkîyê di salekê de 26 milyon ton xurek hatiye îsrafkirin.(ÎLKHA)