Filistîn temamê peymanên ku bi îşxalkerên siyonîst re hatibûn kirin da sekinandin
Serokê Dewleta Filistînê Mahmud Abbas destnîşan kir ew temamê peymanên ku bi îşxalkerên siyonîst re hatibûn kirin dane sekinandin.
Ji teref Serokê Dewleta Filistînê Mahmud Abbas ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Abbas destnîşan kir ew temamê peymanên ku bi îşxalkerên siyonîst re hatibûn kirin dane sekinandin û ji bo ev qerar bê tetbîqkirin ew ê pergalek bê damezrandin.
Abbas di berdewama daxuyanîya xwe da bang li raya giştî kir da ku malxerakirinên ku ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin bidin sekinandin.
Konseya Navendî ya Filistînê ya ku girêdayê Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê ye heta ku dewleta Filistînê bê naskirin qerara “naskirina îsraîlê” dabû sekinandin.(ÎLKHA)