• DOLAR 34.672
  • EURO 36.883
  • ALTIN 2937.263
  • ...
Soylu: Li Stenbolê zêdetirî 6 hezar penaberên qeçax hatin qefaltin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê beşdarî bernameya qenaleke taybet a televîzyonê bû. Soylu di  bernameya ku hat tertîpkirin de derbarê penaberên qeçax ên ku li Tirkîyê dijîn de nirxandinan kir.

Soylu di nirxandina ku kir  de destnîşan kir penaberên ku qeyda wan tune û qeçax in de destnîşan kir: “Em ji 12ê Tîrmehê vir ve li Stenbolê operasyonan dikin. Ji wê dîrokê vir ve li Stenbolê 6 hezar û 122 penaber hatin qefaltin ku di nav de penaberên Sûrîyeyî, Efxan, Pakistanî, ozbek, Bangledeşî, Dasî, Cezayîrî hene. Penaberên Sûrîyeyî ne di nav de ên din hatin şandin navendên şandinê da ku ji welatên xwe re bên şandin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir