Çavuşoglu ji Amerîkayê re bertek nîşan da: Êdî sebra me nema
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê herêma bi ewlehîyê ya ku tê xwestin li Sûrîyê bê sazkirin de ji Amerîkayê re bertek nîşan da û destnîşan kir: “Êdî sebra me nema.”
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê derbarê tesîskirina herêma bi ewlehî ya li Sûrîyê de nirxandinan kir û ji Amerîkayê bertek nîşan da.
Çavuşoglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir: “Ew pêşnîyazên ku Amerîka tîne me tatmîn nake. Weke ku Amerîka me dilebikîne. Êdî sebra me nema. Divê em demildest di warê herêma bi ewlehî de li hev bikin. Heka na em ê tiştê pêwîst bikin.”(ÎLKHA)