Hakan Atîlla vegerîya Tirkîyê
Hakan Atîllayê birêveberê berê yê Halk Bankê gihaşt Tirkîyê.
Hat ragihandin Hakan Atîllayê birêveberê berê yê Halk Bankê yê ku li Amerîkayê bi hinceta binpêkirina mueyyîdeyên li hember Îranê jê re 32 meh cezayê hepsê hatibû dayîn gihaşt Tirkîyê.
Atîlla di derdora seat 11.30î de gihaşt Stenbolê. Atîlla ji teref malbata xwe û ji teref Berat Albayrakê Wezîrê Malîye û Xazînê ve hat pêşîwazîkirin.
Atîlla di 16ê Adara sala 2016an de hatibû binçavkirin û piştî 32 mehan hatibû tahlîyekirin.(ÎLKHA)