Polêsan êrîş birin li ser xwepêşana ku ji bo Şêx Zakzakî dihat tertîpkirin
Ji bi Şêx Îbrahîm Zakzakî bê berdan endamên Hareketa Îslamî ya Nîjeryayê xwepêşan li dar xistin, polêsan êrîş birin li ser xwepêşandaran.
Hat ragihandin ji bi Şêx Îbrahîm Zakzakî bê berdan endamên Hareketa Îslamî ya Nîjeryayê li Abujaya paytexta Nîjeryayê xwepêşan li dar xistin, polêsan êrîş birin li ser xwepêşandaran.
Di encama êrîşa ku ji teref polêsan ve hat lidarxistin de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 28 kes jî birîndar bûn.
Şêx Zakzakî û xanima wî di 13ê Berfambara sala 2015an de hatibûn girtin. Di êrîşa ku wê sala li hember Şêx Zakzakî hat lidarxistin de 3 lawên wî û bi sedam Misliman şehîd bûbûn.(ÎLKHA)