4 welat siyonîstan şermezar kirin
Almanya, Fransa, Îngîltere û Îspanya ji ber xerakirina malên Filistînîyan ên li Qudsa Rojhilat siyonîstan şermezar kirin.
Hat ragihandin Almanya, Fransa, Îngîltere û Îspanya ji ber xerakirina malên Filistînîyan ên li Qudsa Rojhilat siyonîstan şermezar kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin: “Îstîsna ne di nav de xerakirina avahîyên li herêmên ku di bin îşxalê de ne li dijî Qerarên Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî û Hiqûqa Însanî ya Navneteweyî ye. Ew xerakirinên ku tên kirin êş û elema belesebeb bi Filistînîyan didin kişandin û zirarê didin pêvajoya aştîyê.”(ÎLKHA)