Li nêzî Tunusê keştîya penaberan binav bû: 58 kes jiyana xwe ji dest dan
Di keştîya penaberan a ku li nêzî Tunusê binav bû de 58 kes jiyana xwe ji dest dan.
Berî vê heftîyekê li nêzî Tunusê keştîyeke penaberan winda bûbû 20 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 38 kes jî winda bûbûn ku ceseda 38 kesên windabûyî hat dîtin.
Derbarê mijarê de ji teref Heyva Sor a Tunusê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin tê fikarkirin ku zêdetirî 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)