Hakan Atîlla tê tahlîyekirin
Mehmet Hakan Atîllayê alîkarê serokê giştî yê berê yê Banqaya Halkê tê tahlîyekirin.
Hat ragihandin Mehmet Hakan Atîllayê alîkarê serokê giştî yê berê yê Banqaya Halkê yê ku li Amerîkayê di doza Riza Sarraf de hat darizandin û 32 meh ceza xwar, tê tahlîyekirin.
Halîl Uzunê parêzerê Atîllayî derbarê mijarê de diyar kir ew bi muwekkîlê re xwe re hevdîtine kiriye û ji ber ku ew ê vegere Tirkîyê pir b i kelecan e.(ÎLKHA)