Wezareta Karên Derve ji Amerîka re bertek nîşan da
Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê ji Amerîka re ji ber qerara S-400î bertek nîşan da.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê derbarê standina S-400î ya ji teref Tirkîyê de daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist: “Em pêvajoya sekinandinê ya beşdarbûna bernameya F-35an a Tirkîyê didin destpêkirin.”
Piştî vê daxuyanîyê ji teref Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin derbarê mijarê de bertek hat nîşandan û dû re wiha hat gotin: “ Rayedarên Amerîkayî destnîşan kirin ew ê Tirkîyê ji ber kirîna S-400î ji bernameya F-35an bê derxistin. Tu sedemeke vê yekê ya meşrû tune ye.”(ÎLKHA)