Tabelaya “korsan” a şaredarîya HDPyî hat rakirin
Tabelaya ku navê Îyaz bîn Xanem lê bû û ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê ya HDPyî ve doh êvarî hat guhartin ji teref Walîtîyê ve ji cihê wê hat rakirin.
Di dema qayyûma ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatibû wezîfedarkirin de navê Îyaz Bîn Xanemê ku fermandarê fetha Diyarbekirê bû li kolana ku nû hatibû vekirin hatibûn dayîn. Şaredarîya HDPyî cardin dijmintîya xwe ya li hember Îslamê û nirxên Îslamê nîşan da û tabelaya kolana ku navê Îyaz Bîn Xanem lê hatibû dayîn guhart û navê hukumxwarê PKKyî yê bi navê Dr. Îlhan Dîken da kolanê.
Walîtîya Diyarbekirê vê qerara ku ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin ve hatibû dayîn red kiribû; lê belê digel vê redkirinê şaredarî doh êvarî navê kolanê guhart. Ji ber vê yekê Walîtîya Diyarbekirê di wextên şeveqê de wê tabelaya nû ya ku ji teref şaredarîyê ve hatibû amadekirin ji cihê wê rakir.(ÎLKHA)