Dîsa zam li sotemenîyê hat kirin
Doh ji nîvê şevê pê ve derbasdar zam li benzîn û mazotê hat kirin.
Hat ragihandin doh ji nîvê şevê pê ve derbasdar ji benzînê re 20 qirûş û ji mazotê re jî 18 qirûş zam hat kirin. Ji ber ku ew ê rêjeya zamê ji baca xerîdaran a taybet neyê daxistin dê sotemenî bi şiklê ku lê zam lê hatiye kirin bê firotin.
Di daxuyanîya ku ji teref Sendîqaya Kardaran a Îstasyonên Îqmala Xaz, Neft û Enerjîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ji benzînê re 20 qirûş û ji mazotê re 18 qirûş zam hatiye kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin piştî vê zama ku hat kirin re ew ê ji heqê mazotê serê lîtreyê 3 qirûş û ji heqê benzînê jî li serê benzînê 9 qirûş heq neyê standin. (ÎLKHA)