• DOLAR 32.452
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2436.38
  • ...
HUDA PAR: 15ê Tîrmehê zafera biratîyê bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve ji ber minasebeta salvegera teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevanîya Amerîkayê hat kirin peyamek hat weşandin. Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin “Ew dengê salayên ku ji camîyan hatin xwendin digel temamê cudahîyan însanên me bi eşqa cîhad û şeahdetê li meydanan kom kir û ew kirin yekwucûd.”

“15ê Tîrmehê zafera biratîyê bû”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de  hat diyarkirin ji destpêka teşebûsa darbê û heta dawîlêanîna darbê HUDA PAR ji meydanê venekişîya û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “  Ji ser wê teşebûsa darbeya leşkerî ya ku hat xwestin di 15ê Tîrmehê de bê kirin û bi zafera gel bi netîce bû 3 sal derbas bûn. Ji destpêka teşebûsa darbê û heta dawîlêanîna darbê HUDA PAR ji meydanê venekişîya. Em wek HUDA PARê vê teşebûsa darbê cardin telîn dikin û zafera xelkê pîroz dikin. Digel vê pîrozkirinê em hêvî dikin ku gelê me cardin bi van teşebûsên wisa re rûbirû nemîne. Bangewazîya me ev e:Pêwîst e tedbîrên ku hewce dikin bên girtin da ku dawî li vê kevneşopîya darbê bê anîn.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, divê sepanên OHALê bên rakirin û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Heta ku temamê sepanên OHALê û temamê tahrîbatên ku ji ber OHALê derketine ji holê neyên rakirin dawî li OHALê nikare bê anîn.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir