Li Kuweytê li hember endamên Îxwanê operasyon
Li Kuweytê li hember endamên Teşkîlata Birayên Misliman operasyon hat lidarxistin, di operasyona ku hat lidarxistin de 8 Mislimanên ku endamên Îxwanul Muslîmîn in hatin binçavkirin.
Hat ragihandin li Kuweytê li hember endamên Teşkîlata Birayên Misliman operasyon hat lidarxistin, di operasyona ku hat lidarxistin de 8 Mislimanên ku endamên Îxwanul Muslîmîn in hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Kuweytê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin 8 kesên ku endamên Îxwanul Muslîmîn in û ji teref birêveberîya Sîsî ve derbarê wan de 15 sal ceza hatiye dayîn hatin binçavkirin.
Tê diyarkirin ew ê kesên ku hatine binçavkirin jin Sîsî re bên teslîmkirin.(ÎLKHA)