• DOLAR 35.487
  • EURO 36.625
  • ALTIN 3065.31
  • ...
Şaredarîya Diyarbekirê derbarê camîyên ku dixwaze xera bike de “peyama korsan” weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh derketibû holê  ku Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê derbarê camîyên ku ku di wextê qayyûm de li Kayapinarê hatine avakirin de bi qerara meclîsa şaredarîyê fermana xerakirinê derxsit.

HDP ji roja ku li Diyarbekirê hatiye şaredarîyê vir ve li gorî qanûna  bajarvanîyê ya di warê avakirina camîyan de hereket nekir û ji bo pêdivîyên gelê Diyarbekir hereket nekir. Di dema ku qayyûm hat serî li Kayapinara Diyarbekirê 12 herêmên ku cihên şînahîyê bûn wek cihê camîyê hatin verastkirin û lê 12 camî hatin avakirin.Dema ku şaredarî cardin ket destê HDPê, bi biryara meclîsê ji 12 camîyên ku hatine çêkirin derbarê 4 camîyan de fermana xerakirinê derxist.

Piştî ku ev qerara Şaredarîya Bajêra Mezina Diyarbekirê ya derbarê camîyan de derket holê ji ser medyaya civakî ji Şaredarîya Bajêra Mezina Diyarbekirê bertekên tund hatin nîşandan.

Ji ber van bertekên ku hatin nîşandan Şaredarîya Bajêra Mezina Diyarbekirê ji welatîyan re peyam şand. Di peyama ku ji teref Şaredarîya Bajêra Mezina Diyarbekirê ve hat şandin de hat diyarkirin ji bo wan camîyên ku înşaatên wan li ser xelaskirinê ne “guherîna îmarê” hatiye kirin. Şaredarî bi van peyamên xwe digel qerara fermî ya meclîsa şaredarîyê ya xerakirina camîyan qerarê înkar kir.

Di berdewama peyama ku hat şandin de hat diyarkirin “ Ji teref komên çapemenîyên terefdar û li ser medyaya civakî xeberên derew tên kirin û îftîra li Şaredarîya Bajêra Mezina Diyarbekirê tê kirin û tê diyarkirin Şaredarîya Bajêra Mezina Diyarbekirê dixwaze camîyan xera bike.”

Şaredarîya Bajêra Mezina Diyarbekirê digel ewraqa fermî ya meclîsa şaredarîyê xerakirina camîyan înkar kir û “peyamên korsan” ji welatîyan re şand.

Şaredarîya Bajêra Mezina Diyarbekirê bi qerara ku derxist dixwaze 4 mizgeftên bi navê  Mizgefta Yunus Emre, Mizgefta Xoce Ehmed Yesevî, Mizgefta  Tepeşehîr û Mizgefta Ebul Hesen Harakanî xera bike.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir