Wesayîtê da nav kerîyê pêz: 2 kes birîndar bûn û 26 mîh jî telef bûn
Li Mêrdînê wesayîtê da nav kerîyê pêz, di encama bûyera ku pêk hat de 2 kes birîndar bûn û 26 mîh jî telef bûn.
Hat ragihandin li Mêrdînê wesayîtê da nav kerîyê pêz, di encama bûyera ku pêk hat de 2 kes birîndar bûn û 26 mîh jî telef bûn.
Bûyer li ser Rêbeja Midyad-Mêrdînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi palqeya 47 NC 570 a ku nasnameya ajokarê wê nehat hînbûn da nav kerîyê pêz. Di encama hewadîsa ku pêk hat de 2 kes birîndar bûn û 26 mîh jî telef bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.(ÎLKHA)