Hişyarîya barana zêde hat kirin
Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ji bo Rîze û Artvînê hişyarîya barana zêde û bayê bi qewet kir.
Ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve derbarê rewşa hewayê de nirxandin hat kirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ji bo Rîze û Artvînê hişyarîya barana zêde û bayê bi qewet hat kirin.
Di berdewama daxuyanîyê de ji welatîyan hat xwestin ku bi tedbîr hereket bikin.(ÎLKHA)