Erdogan raya xwe da
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Dibistana Navîn a Uskudar Saffet Çebîya Stenbolê digel malbata xwe dengê xwe da.
Hat ragihandin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Dibistana Navîn a Uskudar Saffet Çebîya Stenbolê digel malbata xwe dengê xwe da.
Stenbolî îro ji bo hilbijartina serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê diçin li ser sindoqan. Hilbijartin di seat 08.00an de dest pê kir.
Lijneya Hilbijartina Bilind hilbijartinên Serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê ya ku di 31ê Adarê de hatibûn kirin betal kiribû û biryar dabû ku di 23ê Hezîranê de hilbijartin ji nû ve bên kirin.
Niha li 31 hezar û 342 sindoq ji bo hilbijartinan hatine danîn û ew ê 10 milyon û 560 hezar û 963 hilbijêr biçin li ser sindoqan û raya xwe bi kar bînin.
Hilbijartina ku di seat 08.00an de dest pê kir dê di seat 17.00an de xelas bibe.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Dibistana Navîn a Uskudar Saffet Çebîya Stenbolê digel malbata xwe dengê xwe da û piştî dengdayînê daxuyanî da.
Erdogan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “ Ew ê Stenbol di warê hilbijartinan de qerara herî baş bide.”(ÎLKHA)