Meteorolojîyê ji bo 9 bajaran hişyarîya barana zêde kir
Meteorolojîyê ji bo Ordu, Gîresûn, Trabzon, Rîze, Artvîn, Samsun, Zonguldak, Duzce û Sakaryayê hişyarîya barana zêde hat kirin.
Baran tesîra xwe li bajarên ku li ber behrê ne û nêzî behrê ne zêde dike. Ji teref sazîyên bi hewayê re pêwendîdar in ve derbarê mijarê de hişyarî tên kirin da ku pêşîya bobelatan bê girtin.
Herî dawî ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve derbarê barana zêde de hişyarî hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve hat belavkirin de ji bo 9 bajarên bi navê Ordu, Gîresûn, Trabzon, Rîze, Artvîn, Samsun, Zonguldak, Duzce û Sakaryayê hişyarîya barana zêde hat kirin.
Di berdewama daxuyanîyê de ji welatîyan hat xwestin ku bi tedbîr tevbigerin.(ÎLKHA)