Li Yemenê serê 2 seatan carekê dayikek û 6 bebek dimirin
UNICEF destnîşan kir li Yemena ku lê qeyrana însanî berdewam dike serê 2 seatan carekê dayikek û 6 bebek dimirin.
Li Yemenê şerê navxweyî û êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku Siûd pêşîvantîyê dike hêj berdewam dike û encamên şer û êrîşan her ku diçe tesîrên xwe zêdetir nîşan didin.
Derbarê mijarê de ji teref Fona Alîkarîya Zarokan a Netweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji ber şer û êrîşan herî zêde zarok û pîrek tesîrdar dibin.
Di berdewama rapora ku hat belavkirin de hat diyarkirin “ Li Yemenê dê û bebek di nav wan kesên ku bêparastin de ne. Serê 2 seatan carekê dayikek û 6 bebek dimirin.”(ÎLKHA)