• DOLAR 32.579
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2462.58
  • ...
Di êrîşa hikûmeta Efxanistanê de 8 zarok şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di êrîşa asimanî ya ku ji teref hikûmeta Efxanistanê ve li başûrê Efxanistanê hat lidarxistin 8 zarok şehîd bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafirên şer ên hikûmeta Efxanistanê li herêma Şah Mansûr Kemerbenda bajêra Urugazê êrîşa asimanî lidarxistin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 8 zarok şehîd bûn.

Tê diyarkirin di êrîşên ku tên kirin de wargehên sîwîlan tên hedefgirtin.

Hikûmeta Kabîl di daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû ew êrîş dibin li ser Talîbanê.

Zebîullah Mucahîdê Berdevkê Talîbanê êrîşa ku hat kirin teyîd kir, lê belê hêj hikûmeta Kabîlê derbarê şehîdkirina herî kêm 8 zarokan de tu daxuyanî neda.

Bu haberler de ilginizi çekebilir