Li Ewrûpayê kelecana “Îda Ummetê”
Mislimanên ku li Ewrûpayê dijîn wek her îdê vê îdê jî li camîyan hatin ba hev û piştî nimêja îdê îda hev pîroz kirin.
Li temamê camîyên Ewrûpayê Misliman piştî nimêja ku kirin re îda hev pîroz kirin. Li wan camîyên ku ku di bin bunyeya Weqfa Evîndarên Pêxember ve xebatên xwe birêve dibin Mislimanên ji welatên cûda hatin bal hev û di bergeha “Îda Ummetê” de îda hev pîroz kirin.
Îda Remezanê him li welatên Mislimanan û him jî li temamê Ewrûpayê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Di pêşîvantîya Weqfa Evîndarên Pêxember de li Almanya, Swêd, Avusturya, Fransa, Hollanda, Îtalya, Îngîltere û Belçîkayê Misliman di bergeha “Îda Ummetê” li mizgeftan hatin ba hev û îda hev pîroz kirin.
Dîmenên ku di dema pîrozbahîya îdê de hatin girtin biratîya Îslamê da ber çavan.(ÎLKHA)