Ebû Zuhrî: Îdarevanên ummetê bi îmtîhaneke rastî re rû bi rû ne
Samî Ebû Zuhrîyê ji Serokê Hamasê di daxuyanîya ku da de balan kişand li ser tehlûkeya îhlalên ku li Mescîda Eqsayê tên kirin û destnîşan kir “Îdarevanên ummetê bi îmtîhaneke rastî re rû bi rû ne.”
Ji Serokên Hareketa Berxwedan Îslamê Samî Ebû Zuhrî derbarê valakirina Mescîda Eqsayê û îhlalên ku ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin de nirxandinan kir.
Zuhrî di nirxandina ku kir de balan kişand li ser xeteraya li Mescîda Eqsayê û derheqê îdarevanên ummetê de wiha got: “Ji ber van îhlalan îdarevanên ummetê û civaka navneteweyî bi îmtîhaneke rastî re rû bi rû ne.”
Siyonîstên terorîst berî vê du rojan di ser Mescîda Eqsayê de girtibûn û bi dehan Filistînîyan birîndar kiribûn.(ÎLKHA)