Weqfa Evîndarên Pêxember peyama îdê weşand
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta Îda Remezanê peyamek hat weşandin, di peyama ku hat weşandin de îda temamê Mislimanan hat pîrozkirin.
Peyama îdê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ji teref Berdevkê Weqfê Yahya Ograş ve hat xwendin.
Ograş di destpêka peyamê de diyar ki Îda Remezanê ya u piştî Leyletul Qedra ji hezar mehî bi xêrtir e û meha Remezanê tê ji bo Misimanan mukafat e.
“Îd wextek ji wan wextên manewî ye”
Ograş di berdewama peyamê de di bîran xist ku êdî meha Remezanê li ber xelasbûnê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îd navê kêfxweşî û şahîya di dawîya meha Remezanê de ye. Îd ji bo Mislimanan rojên xweşî û şahîyê ne ku divê Misliman di wan rojan de xemhîn û mehzûn nebin û ji kesî nexeyidin. Îd wextek ji wan wextên manewî ye. Ez îda xelkê me yê ku Evîndarên Pêxember in û îda ummeta Îslamê pîroz û mibarek dikim û ji Xweda hêvî dikim ku ev îd bibe wesîleya şiyarbûna ummeta Îslamê ya li dijî kufrê.” (ÎLKHA)