2 leşker jiyana xwe ji dest dan
Li Çelêya Colemêrgê di pevçûna ku derket de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Çelêya Colemêrgê di pevçûna ku derket de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Colêmêrgê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di pevçûna ku bi PKKyîyan re derket de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)