Rûsya ji ber hinceta ewlehîyê dev ji bikaranîna Wîndowsê berdide
Hikûmeta Rûsyayê destnîşan kir, ew ji ber hinceta ewlehîyê dev ji bikaranîna Wîndowsê berdidin.
Hat ragihandin ew ê Rûsya ji ber hinceta ewlehîyê dev ji bikaranîna Wîndowsê berde û di şûna wê de pergala Lînuxê bi kar bîne.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyanîya ku di Çileya sala 2018an de belav kiribû de destnîşan kiribû, dema ku Astra Lînux gihşat standartên ewlehîyê yên pêwîst ew dixwazin derbasî vê pergalê bibin.(ÎLKHA)