Li Stenbolê qeza: Mirîyek 15 birîndar
Li Stenbolê otobuseke rêwîyan û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest dan û 15 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Stenbolê otobuseke rêwîyan û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest dan û 15 kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêya girêdayê Şahrêya Bakûr a Marmarayê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin dema ku otomobîlek paşpaşkî dihat otobus lê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)