• DOLAR 32.582
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2460.76
  • ...
Ji Serokê HUDA PARê  banga “Roja Qudsê ya Cîhanê”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji ber minasebeta “Roja Qudsê ya Cîhanê” peyamek weşand, Saglam di peyama ku weşand de banga xwedîderketina Qudsê kir û destnîşan kir “ Divê ji bo bê zanîn û fêmkrin ku ummeta Îslamê dê Mescîda Eqsayê ji siyonîstan re terk neke  pêwîst e temamê Mislimanan destek bidin bernameyan  û  divê nîşan bidin ku ew  li ber zilmê bêdeng namînin.”

“Divê Misliman nîşan bidin ku ew ji wê îşxala ku hatiye kirin re ne razî ne”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de ayeta Îsrayê di bîran xist û balan kişand li ser Qudsa muqaddes û wiha got: “ Ew Quds û Mescîda Eqsaya ku mubarek e, qibleya ewil a Mislimanan e, derdora wê ji teref Xweda ve hatiye mibarekkirin û Resûlê Xwedê lê derketiye Mîracê ev bû zêdetirî 70 salan ku di bin îşxala rejîm siyonîst de ye.  Quds bajara pêxemberan û tewhîdê ye.  Mescîda Eqsayê rûmeta ummetê ye.  Divê Misliman nîşan bidin ku ew ji wê îşxala ku hatiye kirin re razî nînin.  Divê êdî dawî li wan ‘Rojên Bobelatê’ yên ku li Filistînê pêk tên dawî li wan bê anîn. Filistînî ji malên xwe tên kirin, tên bombebarankirin û malên wan bi serên wan de tên xerakirin ku divê ev rewşa mezlûman xewa me biherimîne û temamê ummetê rabike li ser pîyan.”

 “Divê bê nîşandan ku ew ê îşxal neyê qebûlkirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir parastina Qudsê bes ne wezîfeya Filistînîyan e; berewajî ya temamê Mislimanan e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Divê malên siyonîstan bên boykotkirin û digel vê yekê divê em beşdarî temamê wan bernameyên ku li dijî rejîma îşxalê tên tertîpkirin bibin û nîşan bidin ku ew ê ummet bêdeng nemîne û vê îşxala ku hatiye kirin dê qebûl neke. Filistîn  û Quds dê azad bibe. Ew ê Mescîda Eqsayê azad bibe. Parastina Qudsê bes ne wezîfeya Filistînîyan e; berewajî ya temamê Mislimanan e.

 “Divê em nîşan bidin ku em li dijî zilmê bêdeng namînin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de bang li Mislimanan kir da ku beşdarî temamê bernameyên ku dê ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê bên tertîpkirin bibin û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Her sal îna dawî ya meha Remezanê wek Roja Qudsê ya Cîhanê tê bîranîn.  Divê em nîşan bidin ku em li dijî zilmê bêdeng namînin û em ê Mescîda Eqsayê ji siyonîstan re bernedin.  Hêvî û xwesteka me  ew e ku Roja Qudsê ya Cîhanê bibe wesîleya hişyarîyê û bibe mîzgandarê wê azadîya ku çav li rêya wê ne.”(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir