Facebook ji ber ku hisabên Filistînîyan girt hat şermezarkirin
Facebook ji ber ku hisabên Filistînîyan girt ji teref MEDAyê ve hat şermezarkirin.
Hat ragihandin Facebook ji ber ku hisabên Filistînîyan girt ji teref MEDAyê ve hat şermezarkirin. MEDA her wisa daxwaz kir ku bila hisabên ku hatine girtin bên vekirin.
Di van rojên dawî de ji teref Facebookê ve hisabên bi dehan rojnameger û aktîvîstên Filistînî hatin girtin. Navenda Azadî û Çapemenîyê ya Pêşveçûna Filistînê ji ber vê yekê Facebookê şermezar kir û daxwaz kir ku hisabên hatine girtin cardin bên vekirin.(ÎLKHA)