Li Efxanistanê helîkoptera Amerîka ket xwarê
Li Hîlmenda bajêra Efxanistanê helîkoptera Amerîka ket xwarê.
Hat ragihandin li Hîlmenda bajêra Efxanistanê helîkoptera Amerîka ket xwarê.
Tê diyarkirin helîkoptera ku ket xwarê ji bo operasyonekê bi hewa ketiye û di encama ketinê de temamê personelê tê de mirine.
Tê îddîakirin ku helîkopter ji teref Talîban ve hatiye xistin xwarê; lê belê derbarê vê mijarê de hêj daxuyanîyek nehatiye dayîn. Hat îfadekirin niha enqaza helîkopterê di bin kontrola Talîbanê de ye.
Derbarê mijarê de ji teref Amerîka ve jî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin helîopter di dema daketinê de ketiye xwarê.(ÎLKHA)