Mueyîdeyên Amerîka nîzama cîhanê xera dikin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf destnîşan kir, mueyîdeyên Amerîka nîzama cîhanê xera dikin.
Muhammed Cevad Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Îslamabada paytexta Pakistanê bi endamên çapemenîyê re hat bal hev.
Di hevdîtina ku hat kirinde Cevad Zarîf balan kişand li ser mueyîdeyên ku ji teref Amerîka ve tên sepandin û wisa got: “Mueyîdeyên Amerîka nîzama cîhanê xera dikin.”
Zarîf di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji bo rewşa xirab û nebaş a li herêmê divê welatên ku cîranên hev in bi hev bişewirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger li dijî mueyyîdeyên Amerîka mucadele neyê kirin ew ê civaka navneteweyî bi qeyraneke ciddî re rû bi rû bimîne.”(ÎLKHA)