Almanya:Bila Tirkîye qerara xwe ya standina S-400î ji ber çavan derbas bike
Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seîbert destnîşan kir ew ji Tirkîyê daxwaz dikin ku qerara xwe ya standina S-400î ji ber çavan derbas bike.
Steffen Seîbertê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê derbarê pêvajoya standina mûşekên S-400î ya ji teref Tirkîyê ve de destnîşan kir ew pêvajoyê ji nêz ve taqîb dikin û ew ji Tirkîyê daxwaz dikin ku qerara xwe ya standina S-400î ji ber çavan derbas bike ku ew ê ji ber vê yekê kêfxweş bibin.(ÎLKHA)