Li Efxanistanê êrîşa xwekujîyê: 7 mirî
Di êrîşa bombeyî ya ku li Gazneya Efxanistanê hat lidarxistin de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin li Xazneya Efxanistanê êrîşa xwekujîyê hat lidarxistin. Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 4 kesên êrîşkar, 2 polês û kesekî sîwîl jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Efxanistanê Nasrat Rahîmî ve daxuyanîyek hat dayîn. Rahîmî di daxuyanîya ku da destnîşan kir di encama êrîşa ku pêk hat de 2 polês û zarokek jiyana xwe ji dest da.
Hêj tu kesî êrîşê li ser xwe negirt.(ÎLKHA)