• DOLAR 35.443
  • EURO 36.354
  • ALTIN 3063.15
  • ...
Neteweyên Yekbûyî: Li Îdlîbê sîwîl dimirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Komîsertîya Bilind a Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ji meha nîsanê vir ve di encama êrîşên ku li Îdlîbê hatin kirin de herî kên 105 kes jiyana xwe ji dest dan.

Marta Hurtadoyê Berdevkê Komîsertîya Bilind a Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî  derbarê pevçûn û êrîşên ku li Îdlîbê hêj berdewam dike de daxuyanîyek da.

Hurtado di daxuyanîya k belev kir de destnîşan kir ji meha nîsanê vir ve di encama êrîşên ku li Îdlîbê hatin kirin de herî kên 105 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hurtado di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji ber êrîşên ku tên kirin herî kêm 200 hezar kes mecbûr mane ku herêmê terk bikin.

Di encama şerê navxweyî ya li Sûrîyê de heta îro nêzî milyonek û nîv însan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan însan jî ji warên xwe bûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir