Wezarata Karên Derve: Pergala S-400î tercîha dawî ya Tirkîyê bû
Alîkarê Wezîrê Karên Derve Yavuz Selîm Kiran destnîşan kir “Standina pergala S-400î ji bo Tirkîyê ne vebijerkek, pêdivîyek bû.”
Ji teref Alîkarê Wezîrê Karên Derve Yavuz Selîm Kiran ve derbarê mûşekên S-400î û gefxwarinên Amerîka yên ku di vî warî de tên kirin de daxuyanîyek da û meselê nirxand. Kiran di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Standina pergala S-400î ji bo Tirkîyê ne vebijerkek, pêdivîyek bû. Bi heman awayî S-400 ji bo Tirkîyê ne tercîha ewil a dawî bû.”
Kiran di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Tirkîye ev bû 10 sal ku dixwaze partîotan bistîne, lê belê firotina wan ji Tirkîyê re tê astengkirin.(ÎLKHA)