Rêjeya bêkarîyê 4,1 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 14,7an
Rêjeya bêkarîyê di meha sibata sala 2019an de 4,1 puan zêde bû gihaşt ji sedî 14,7an.
Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha sibatê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha sibatê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 4,1 puan zêde bû gihaşt ji sedî 14,7an
Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha sibata sala 2019an de hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî milyonek û 376 hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon û 730 hezar kesan.
Rêjeya îstîhdamê kêm bû
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha sibatê de li gor heman meha sala borî 811 hezar kes kêm bû û daket 27 milyon û 355 hezar kesan.(ÎLKHA)