Mustafayevê damezrînerê Kurdistana Sor hat definkirin
Serokê berê yê Hareketa Azadîya Kurdistana Kafkasyayê û Serokê Komereya Kurd a Laçîn Wekîl Mustafayev piştî merasîma cinazê ya ku hat tertîpkirin re li Hewlêrê hat definkirin.
Hat ragihandin Serokê berê yê Hareketa Azadîya Kurdistana Kafkasyayê û Serokê Komereya Kurd a Laçîn Wekîl Mustafayevê ku di 19ê Nîsanê de li Belçîkayê jiyana xwe ji dest dabû, piştî merasîma cinazê ya ku hat tertîpkirin re li Hewlêrê hat definkirin.
Berî vê rojekê li Salona Saad Abdullah a li Hewlêrê ji bo Mustafayevê 81 salî bernameyek hat tetîpkirin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de peyama serokê berê yê Birêveberîya Herêmî ya Kurdistanê Mesûd Barzanî hat xwendin.
Cumhur Mustayevê lawê Wekîl Mustafayev di daxuyanîya ku da destnîşan kir, li Kurdistanê definkirina bavê wî xewna bavê wî bi xwe bû.Mustafayev piştî merasîma ku hat tertîpkirin li Goristana Şêx Ehmed hat definkirin.(ÎLKHA)