• DOLAR 32.205
  • EURO 34.796
  • ALTIN 2419.409
  • ...
Rojnameya Siûdî ji pêşîvan û rêberên Îslamê re heqaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojnameya bi navê “Mekke” ya ku li Siûdî weşandê dike û terefdarê rejîma Siûd e heqaret li alim, zana, rêber û pêşîvanên Îslamê  kir.

Rojnameya ku qala wê tê kirin di weşana xwe de nav û sûretên 40 alim, zana, pêşîvan û rêberên Îslamê di rojnamê de weşand û van alim û rêberan di nav “lîsteya terorê” ya qaşo de nîşan da.

Di nav kesên ku sûretên wan hatin weşandin de exlebe kesên ku endamên Îxwanê ne hene. Hinek kesên ku nav û sûretên wan hatine weşandin û wek “terorîst” hatine îthamkirin bi vî awayî ye: Şêx Ehmed Yasîn, Ebu Ala El Mevdûdî, Seyyîd Kutub, Abdullah Azam, Yusuf El Kardavî, Alî Karadaxî, Xalid Meşal, Îsmaîl Henîyye, Yahya Sînwar, Muhammed Bedîî, Muhammed Bîltacî, Muhammed Mursî.”

Ji ber ku ji ser medyaya civakî ji rojnameya ku vê heqaretê li alim û pêşîvanê Îslamê re kiriye bertekên tund hatin nîşandan rojname mecbûr ma ku xebera ku qala wê tê kirin ji weşanê rabike.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir