General Hafter di nav mehekê de 2 caran bi Sîsî re hevdîtin kir
Xalîfe Hafterê serokê hêzên çekdar ên li rojhilata Lîbyayê yê ku Amerîka û hinek welatên Ewrûpayê destekê didinê di nav mehekê de 2 caran çû serdana Sîsîyê darbeker.
Hat ragihandin Xalîfe Hafterê serokê hêzên çekdar ên li rojhilata Lîbyayê yê ku Amerîka û hinek welatên Ewrûpayê destekê didinê û bi vê destekê êrîşî Trablûsa paytexta Lîbyayê dike di nav mehekê de 2 caran çû serdana Sîsîyê darbeker.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref darbekerên Misirê ve hatiye belavkirin General Hafter û Abdulfettahê es-Sîsîyê darbeker li Qahîrêyê hevdîtin kirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê Sîsî wek her car destekê bide Hafter.(ÎLKHA)