• DOLAR 35.457
  • EURO 36.377
  • ALTIN 3064.15
  • ...
Yekîtîya Ewrûpa û 3 welatên din di warê “nukleer”ê de zextan li Îranê dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê  destnîşan kiribû, piştî ku Amerîka ji peymana nukleer vekişîya re ger ew welatên din ên ku îmzeya wan di bin peymanê de heye li gorî peymanê hereke nekin ew ê cardin dest bi dewlemendkirina uranyumê bikin.

Rûhanî di berdewama axavtina xwe de ji Îngîltere, Fransa, Akmanya, Çîn û Rûsyaya ku îmzeya wan di bin peymanê de heye daxwaz kiribû divê ew soza xwe di naveyna 60 rojan de bi cî bînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kiribû: “Ger ev 5 welat muzakere bikin û ji Îranê re bibin alîkar da ku Îran di warê neft û bankavanîyê de li gorî berjewendîya xwe tiştinan bike ew ê Îran vegere li ser şert û mercên peymanê.”

Piştî vê daxuyanîya ku doh ji teref Hesen Rûhanî ve hat belavkirin re îro ji teref Yekîtîya Ewrûpa, Fransa, Îngîltere û Almanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya hevpar a ku hat belavkirin de hat diyarkirin, ji ber daxuyanîya Îranê ew bifikar in û dû re wiha hat gotin: “ Em ji Îranê teleb dikin ku taahhudên xwe bi cî bîne.”

Tahran di beramberê mueyyîdeyên îqtîsadî de sînordarkirina bernameya nukleer qebûl kiribû.

Rûsya û Çîn li dijî mueyyîdeyên Amerîka yên li ser Îranê destekê didin Îranê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir