Ew ê alîkarê walî bê tayînkirin şûna Îmamoglu
Hat diyarkirin ew ê alîkarê walî yê ku dê ji teref Walîtîya Stenbolê ve bê tayînkirin ji Serokatîya Bajêra Mezin a Stenbolê wekalet bike.
Lijneya Hilbjartina Bilind serîlêdana îtîrazê ya AK Partîyê qebûl kir û hilbijartinên li Stenbolê betal kir û biryar da ku hilbijartin bên nûkirin.
Qerara betalkirin û nûkirina hilbijartinan bi 7 dengan hat qebûlkirin. Her wisa biryar hat dayîn ku mazbataya Ekrem Îmamoglu jê bê standin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê alîkarê walî yê ku dê ji teref Walîtîya Stenbolê ve bê tayînkirin ji Serokatîya Bajêra Mezin a Stenbolê wekalet bike.(ÎLKHA)