YSKyê hilbijartinên Stenbolê betal kir
Lijneya Hilbijartina Bilind biryar da ku hilbijartinên li Stenbolê bên betalkirin û bên nûkirin.
Lijneya Hilbijartina Bilind derbarê hilbijartinên serokatîya Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê de qerara xwe eşkere kir.
Li gorî qerara ku ji teref Lijneya Hilbijartina Bilind ve hatiye dayîn, hilbijartinên li Stenbolê hatin betalkirin. Qerar bi 7 dengên erê û 4 dengên naxêr hat standin.(ÎLKHA)