• DOLAR 35.466
  • EURO 36.284
  • ALTIN 3060.32
  • ...
Ji Cemiyeta Mustezafan peyama Remezanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meha Remezana mibarek îşev bi paşîva pêşî dest pê dike. Ji ber minasebeta destpêka rojiyê ji teref Navenda Giştî yê Cemiyeta Mustezafan ve peyama Remezanê hat weşandin. Di peyama ku hat weşandin de  hat temennîkirin meha Remezanê bibe wesîleya ji holê rabûna tefrîkaya di nav Mislimanan de û bibe wesîleya yekîtî û digelheviya alema Îslamê.

Di destpêka peyama ku hat weşandin ayeta sûreya Beqerayê ‘Ey kesên ku îman anîne! Çawa ku rojî li ser kesên berî we hatibe ferzkirin li ser we jî hatiye ferzkirin. Tê hêvîkirin ku hûn xwe mihafeze bikin...’ di bîran hat xistin û wiha hat gotin: “ Hemd û sena ji Xweda re ku me gihand vê meha Remezana ku tê de Qur’ana Kerîm nazil bûye. Divê di vê mehê de ji bo îro û îstîqbala alema Îslamê bi qalbeke tahir û paqij dia bê kirin.”

Di berdewama peyamê de hat diyarkirin meha Remezanê meheke ku rê nîşanî însanan dide ye û tê de Qur’an hatiye nazilkirin e. Dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “ Pêxemberê me di derheqê rojiyê de dibêje ‘Rojî ji bo xwediyê xwe mertalek e.’  Di bergeha wateya vê hedîsê de divê rojî ne tenê li mîdeya me bi heman awayî divê li qelb û fikrên me jî sîrayet bike. Divê rojî wisa me dorpêç bike da ku em ji feyz û bereketa meha Remezanê nesîbdar bibin. Bi nimêj û rojiyê em dengeya xwe mihafeze bikin. Di vê mehê de divê em gelek zêde bi Qur’anê re hemhal bibin û divê em îstîqameta xwe şaş nakin û li ser sîratîl mustaqîm bin. Rojî dema ku bi îmam xas re tê bal hev şexsan dibe ber bi kemalê ve. Di vê mehê de em îmana xwe bi nû ve bikin, qelbên xwe paqij bikin da ku roja mehşerê heyat û sermayeyeke me ku em ji Xweda re teqdîm bikin hebe.”

Di berdewama peyamê de hat tewsiyekirin di meha Remezanê divê pir zêde Qur’an bê xwendin û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Divê em xwe ji temamê neqencî û xirabiyan mihafeze bikin û ji xêz û sînora ku Xweda ji me re xêz kiriye dernekevin.  Divê em aqûbeta wan kesên ku heddê xwe borîne û di Furqanê de qala wan tê kirin pir zêde bifikirin. Divê em her tim muhasebeya xwe bikin û serî li ber wan xwestekên şeytanên ku li zincîran hatine xistin netewînin.”

Di dawiya peyamê de hat diyarkirin divê di 10 rojên dawî de sunneta îttîqafê bê bîcîanîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir