• DOLAR 35.5
  • EURO 36.309
  • ALTIN 3057.61
  • ...
Kurdistanî çûn serdana nûnertîya HUDA PARê ya li Hewlerê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê nûnertîya xwe ya ewil a li derveyî Tirkîyê û Bakûrê Kurdistanê vekir.Piştî merasîmê ya vekirinê Walîyê Hewlerê çû serdana nûnertîyê. Dû re partîyên siyasî, rîspî, temsîlkarên civaka sîwîl çûn serdana nûnertîya HUDA PARê ya li Hewlêrê û serxêrêbûnên xwe anîn zimên.

Alîkarê Serokê Giştî yê Hareketa Îslamî yê Kurdistanê Abdullah Wertî, Xalis, Salih û Goran ên ku Endamên Komîsyona Serokatîya Pêwendîyên Derve yên Yektîya Niştîmanê Kurdistan,  Qazim Bawerê Mesûlê Pêwendîyên Derve yê  Meclîsa Tirkmenan a Hareketa Tirkmenan a Xweser, Serheng Enwerê Endamê Meclîsa Tirkmenan,  Îbrahîm Xelîlê Alîkarê Serokê Giştî yê  Mesûlê Karên Siyasî yê Yekgirtoya Îslamî,  Şêxzad Mamayê Serokê Pêwendîyên bi Gel re yê Yekgirtoya Îslamî, Muhammedê Hawdîyanîyê wezîrê berê û  Alîkarê  Serokê Giştî yê Pêwendîyên bi Xelkê re yê Yekgirtoya Îslamî, Kemal Hamzayê Serokê Teşkîlata Hewlêrê yê Komela Îslamî,  Elî Huseyînê  Serokê Karên Derve yê Partiya Demokrat ê Kurdistanê û Nezar Botanîyê Alîkarê  Serokê Karên Derve,  Yunus Haşîmê Temsîlkarê Hewlerê yê Partîya Îslamî yê Iraqê û lijneya pê re,  Ustad Muhammedê Serokê  Giştî yê Komeleya Darul Beyanê û Yasîn Ehmedê Midûrê Giştî, Mamoste Îdrîsê Midûrê Giştî yê Muesseya Ronakî û Mamoste Nadirê Midûrê Karên Perwerdehîyê , Abdurrahman Abdulazîzê lawê Şêx Osmanê  Serokê Damezrîner ê Bizûtnawa Îslamî ji bo serxêrêbûnê hatin nûnertîya Hewlerê ya HUDA PARê.

Mêvanên ku hatin serdanê ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Cigîrê  Serokê Giştî Zekerîya Yapicioglu,  Alîkarê Serokê Giştî  Abdurrahman Cens, Sekreterê Giştî Şehzade Demîr, Serokê Lijneya Îstîşareya Giştî Îsa Aydin ve hatin pêşîwazîkirin.

Ji ber ziyaretên ku hatin kirin Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji ziyaretvanan re teşekur kir.

“Partîyên siyasî divê ji bo xelkê mezlûmstûyê xwe bikin kindir”

Saglam di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir bila vekirina nûnertîyê bibe wesîleya xêran û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Erdnigarîya me erdnigarîyeke bi zehmet û xelkê me yê herêmê jî mezlûm e. Problemên me zêdetirî qernekê berdewam dikin.  Partîyên siyasî ji bo çareserkirina probleman divê stûyê xwe bikin kindir. Ez hêvî dikim ku ev nûnertî bibe wesîle ku em bi ser hevdû de herin û werin û em hev nas bikin. Heta ku ji destên me hat em ê meseleyan ji hev re bibêjin û ji bo çareserkirina wan hewl bidin. Em hene ku ji bo ji milletê xwe re xizmetê bikin. Em amade ne ku di vê xizmetê de li gor derfetên xwe hereket bikin. Em dixwazin ku aramî û hizûr li Kurdistanê hakim bibe û di nav Kurdan de biratî bê tesîskirin. Em ji bo vê yekê hatin vê derê.”(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir