• DOLAR 35.493
  • EURO 36.434
  • ALTIN 3043.57
  • ...
Siyonîstan buroya AAyê ya li Xezzê bombebaran kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin îşxalerên siyonîst û terorîst buroya AAyê ya li Xezzeya ku di bin dorpêçê de bombebaran kirin.

Nûçegihanê AAyê yê li Xezzê destnîşan kir pêşî guleyên hişyarîyê li avahîyê hatiye reşandin ku ew ji ber vê yekê ji avahîyê derketine û hema piştî derketina wan avahî hat bombebarankirin.

Derbarê êrîşa ku ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin de ji teref Serokomartîya Tirkîyê û Hikûmeta Filistînê daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokê Pêwendîyê yê Serokomartîyê Fahrettîn Altun ve hat belavkirin de hat diyarkirin ew êrîşa ku li buroya AAyê hatiye kirin bi şiklê herî tund şermezar dikin û ew bang li welatên Rojavayî dikin da ku siyonîstan şermezar bikin.

Hikûmeta Filistînê jî derbarê mijarê de destnîşan kir “Hedefgirtina AAyê teşebûsa dûrkirina şahidan e ku îsraîl bi vê yekê amadehîyên qetlîama ku dê li Xezzê bê kirin dike.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir