• DOLAR 35.505
  • EURO 36.633
  • ALTIN 3051.85
  • ...
​Kerwana Umûdê dest bi xebatên alîkarîyê yên remezanê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kerwana Umûdê ya ku li çar alîyê welêt bi alîkarîyên xêrê yên ku dike dengê xwe li derdorê daye hesandin ji ber minasebeta meha remezanê xebatên xwe yên alîkarîyê lezand û ji malbatên feqîr paketên xurekê belav kir.

Şahîn Elelçîyê Serokê Kerwana Umûdê derbarê xebatên ku ji teref sazîya wan ve tên kirin de agahî da. Elçî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir armanc û mebesta wan a belavkirina van alîkarîyan ji kesên feqîr û jar re alîkarî kirine.

Elelçî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir bi sedan malbatên feqîr û jar li benda alîkarîya ku dê ji wan re bên kirin in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ketin arefeya meha remezanê. Bi sedan malbat hene ku di meha remezanê de ji wan re alîkarî bê kirin. Em jî wek Kerwana Umûdê li çar alîyê Tirkîyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin. Em li Diyarbekirê jî di bergeha vê yekê de ji kesên feqîr û jar re xurek belav dikin û me hêvî dikin bi vê alîkarîya ku tê kirin dê ew malbat di meha remezanê de parîkek be jî bi şikleke rihet wextê xwe derbas bikin.”

 “Hinek malbat hene ku salê bes 2 kîlo goşt dixwûn”

Elelçî di berdewama axavtina xwe de diyar kir malbatên jar û feqîr bendewarê van alîkarîyên ku dê ji teref wan ve bên kirin in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dixwazim hinekî qala wan malbatên ku ji teref me ve ji wan re alîkarî tê kirin bikim.  Hinek malbat hene ku me sala çûyî hinek goşt dabû wan ku ew malbat hewl daye salakê bi wî goştî îdare bike. Malbatek ji wan a ku me jê re alîkarî kir ji me re got ‘bi wî goştê ku we dabû me encax heta niha min îdare kir.’ Yanî ew malbat bi 2 kîlo goştê ku me dabû wan hew dayê saleke xwe derbas bikin.  Weke ku tê fêmkirin gelek malbatên feqîr û muxtac hene.  Em berîya meha remezanê digel temamê şert û mercên neyînî em hewl didin ku ji kesên feqîr û jar re alîkarî bikin.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir