Siyonîstên terorîst Xazzê hêj bombebaran dikin
Siyonîstên terorîst û îşxalker ên ku ji doh ve êrîşî Xazzê dikin doh 4 Filistînîyan û îro jî 2 Filistînîyan şehîd kirin.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst û îşxalker ên ku ji doh ve êrîşî Xazzê dikin doh 4 Filistînîyan û îro jî 2 Filistînîyan şehîd kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên terorîst û îşxalker ên ku ji doh ve êrîşî Xazzê dikin êrîşên xwe didomînin. Di encama êrîşên ku hatin de doh 4 Filistînîyan û îro jî 2 Filistînîyan şehîd bûn.
Ji bo 5 Filistînîyên ku şehîd bûn merasîma cinazê hat tertîpkirin. Bi hezaran Filistînî beşdarî merasîma cinazê bûn.
Tê diyarkirin navên Filistînîyên ku di êrîşên siyonîstan de şehîd bûne bi vî awayî ye: Raîd Xelîl Ebu Tayr(19), Remzî Ruhî Abdu(31), Îbrahîm Mahmud Ebu Melluh (31), Ala Alî Hasan El-Bubelî (29), Imad Muhammed Nusayr (22).(ÎLKHA)