• DOLAR 34.672
  • EURO 36.721
  • ALTIN 2933.523
  • ...
Walîyê Hewlêrê HUDA PARê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê temsîlkarîya xwe vekir. Piştî vekirina ku hat kirin re rayedar û nûnerên partîyên li herêmê çûn sedana HUDA PARê. Walîyê Hewlêr Newzed Hadî bi xwe jî temsîlkarîya Hewlêrê ya HUDA PARê ziyaret kir û bi Serokê Giştî yê HUDA PARê re hevdîtin kir.

Newzed Hadî ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve hat pêşîwazîkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di di hevdîtina ku hat kirin de kêfxweşîya xwe anî zimên û derbarê xebatên partîya xwe de agahî da Walîyê Hewlêrê. Hadî bi xwe jî di hevdîtina ku hat kirin de ji HUDA PARê re di xebatên wî de serkeftin daxwaz kir û destnîşan kir vekirina temsîlkarîyê ya li Hewlêrê muhîm e.

 “Divê em di nav aştîyê de pêkve bijîn”

Hadî di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir divê yekîtî û digelhevîya di nav Kurdan bê hêzkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em çawa dikarin aştîyê di nav xwe de bi hêz bikin, divê em li ser vê yekê bixebitin.  Li Iraq, Tirkîye û Sûrîyê aştî bê bi hêzkirin ew ê ev yek bo me tevekan baş bibe. Ê ku her tim ji şer û pevçûnan herî zêde zirar dîtiye em in.  Ji ber şer û pevçûnan bajar û gundên me xera bûn, xelkê me hat kuştin. Ji ber vê yekê divê em zimanê gotûbêjê bi kar bînin. Divê em di nav aştîyê de bijîn. Ev yek  ji bo me tevekan baş e. Bi vî awayî em dikarin çêtir ji herêma xwe re xizmetê bikin.  Li herêmên din ên Iraqê uslubeke tund û pevçûn hene; lê belê em li herêma Kurdistanê xelkê Tirkmen, Ereb, Xiristîyan û kêmneteweyên din pêkve dijîn. Em birayê hev in, tu kes ne dijminê tu kesî ye.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir ew hewl didin di serî temamê Kurdan û bi giştî temamê xelkan wek bira bijîn û ew ji bo vê yekê tiştê ku ji destên wan tê dikin.

“Ev temsîlkarîya ku me vekirin nîşaneya ehemîyeta ku em didin Kurdistanê ye”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev temsîlkarîya wan a ewil e ku li derveyî welêt vekirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev temsîlkarîya ku me vekirin nîşaneya ehemîyeta ku em didin Kurdistanê ye. Em xizmetkarê gelê xwe ne û i bo wan çi ji destên bê em ê bikin. Em ji bo vê yekê li vê derê ne. Ev der mala me ye jî.Em xwe li vê derê xerîb nabînin, hatina me vê derê weke çûyîna ji Diyarbekirê ber bi Wanê ve ye. Orf, adet û kevneşopîya me yek e. Em ji vî xelkî di warê xizmetê de çi bikin ew ê ev yek me kêfxweş bike.”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir herêma Kurdistanê ji pevçûnan gelek zêde kişandiye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Herêma Kurdistanê di vî warî de bûye xwedî tecrubeyekê û hatiye aste bi rêya gotûbêjê çareserkirina probleman.  Em jî hêvî dikin ku meseleyên ku rû dane di çarçovey heq û edaletê de bên çareserkirin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir